NY: Li Îranê sivîl ji ber şer û zextê bedêlên giran didin

Lêkolînerên serbixwe yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kirin ku şer û pevçûnên dawîn ên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Îranê rê li ber windakirinên sivîlan ên giran vedikin.

Li gorî Heyeta Lêpirsînê ya NY’ê, şerê dawîn di serdemeke ku piştî protestoyên di 28’ê Kanûna 2025’an de dest pê kirin ku gelê Îranê bi pêleke tundiyeke mezin ya rejîmê re rû bi rû mabû, pêk hat.

Li gorî daxuyaniyê, saziyên pêbawer texmîn dikin ku zêdetirî 7.000 kes hatine kuştin. Heyeta Lêpirsînê ragihand ku li ber destê wan hincetên maqûl hene ku nîşan dide, Îsraîl bi êrişên hewayî yên li ser Girtîgeha Evînê, bi êrişa bi zanebûn a li ser hedefeke sivîl û herî kêm 1 jê zarok û 8 jê jin 80 kes kuştiye.

Heyeta Lêpirsînê ji bilî êrişan qala "windahiyên bi darê zorê" kir û diyar kir ku di mijara aqûbeta girtiyan de rayedarên Îranî berpirsyar in.

Seroka mîsyonê Sara Hossain li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî axivî û anî ziman ku di encama êrişa li ser dibistaneke li bajarê Minab ê başûrê welêt piraniya wan zarok 168 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha hate ragihandin ku nexweşxane, dibistan, qadên mîrateya çandî û jîngeh dibin hedef û ev yek bandorê li sivîlan dike.

Raportora Taybet a NY'yê Mai Sato anî ziman ku rageşiya leşkerî krîza mafên mirovan a li Îranê hîn giran kiriye û bang li aliyan hemûyan kir ku şer bisekinînin û li diyaloga dîplomatîk vegerin.

Sato destnîşan kir ku divê parastina gelê Îranê karê sereke yê civaka navneteweyî be.